Elî Bapêr: Pêdivî ye berî rêfrandomê hinek rêkar ên din bihên wergirtin.
Emîr ê Komele ya Îslamî, Elî Bapîr di daxuyanek a taybet de bo Kurdistan 24 ragehand: ku pêdivî ye berî rêfrandomê hinek rêkar ên din bihên wergirtin.
K24- Hewlêr:
Emîr ê Komele ya Îslamî, Elî Bapîr di daxuyanek a taybet de bo Kurdistan 24 ragehand: ku pêdivî ye berî rêfrandomê hinek rêkar ên din bihên wergirtin.
Herweha Emîrê Komele ya Îslamî got: Pêtvî ye nav mal a Kurd hevgirtî be.
Herweh got: Divê me diplomasîyek a navend hebe; anku dive wek tevaya evê qeware ya sîyasê li gel xelkê biaxvî, vêcar ber bi rifrandom û serxwebûn a Kurdistanê pêngavan bihavêjî.
Evroj nwêner ê deh Kunsulxane yên welat ên bîyanî li Herêm a Kurdistanê; li gel emir ê Komele ya Îslamî kom bû bi merem a gêngeşekirinê li ser rewşa hindurî ya herêmê.
Peyamnê rê Kurdistan 24 li hewlêrê ragehandibû ku evroj li Hewlêrê, sand a nwêner ê deh welat ên biyanî li Herêm a Kurdistanê li gel Kome ya Îslamî kom bûne.bi mebest a gêngeşekirinê li ser pirs ên hindurî û li hev nêzîkkirin a alî yên sîasî û vedîtin a çareserîyekê li gel alî yên sîasî li başurê Kurdistanê ji bo derbazbûnê ji wê rewşê.
Got jî di destpêkê de nwêner ê welat ên biyanî serdan a Elî Bapîr emîr ê Komele ya Îslamî ya Kurdistanê kir û himarek ji serkirde yên Komeleyê di kombûnê de amade bûn. Birayare ku piştî kombûnê li gel Komele ya Îslamî ya Kurdistanê, nwênerê 10 welat ên biyanî serdan a Partî ya Demokrat a Kurdistanê û Yekgirtû ya Îslamî bike.