Jin çûn bi birîndaran ve lê ew jî hatin binçavkirin

Li Cizîrê hefteyek berî niha di jêrzemîna malekê de 31 kes mabûn asê û li benda alîkariyê ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Cizîrê hefteyek berî niha di jêrzemîna malekê de 31 kes mabûn asê û li benda alîkariyê ne. Lê heta niha ji bo derxistina wan ji hevdîtinan ti encamek derneketye. 

Loma hinek jinan ji bo ku herin wê malê û birîndaran derxin bi ala spî ber bi ciyê bûyerê ve meşiyan. Lê hat ragihandin ku di rê de ew jî hatine binçavkirin.

Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê qedexeya derketina derve berdewam e. Berî niha bi hefteyekê hinek kes ji ber şer û pevçûnan ketin jêrzemîna malekê nikarin ji wir derkevin. Tê gotin ku ji wan hinek birîndar in û hinek jî heta niha ji ber alîkariya pizîşkî negihiştiye wan canê xwe ji dest dane.

11 jinên ku di nav wan de dayîkên birîndaran jî hene ji bo birîndaran ji wê derê derxin bi ala spî ji Şaredariya Cizîrê ber bi Taxa Cudiyê derketin rê. Lê li gor Ajansa Dicleyê di rê de 11 jin jî hatin binçavkirin û bo Rêveberiya Emniyeta Cizîrê hat