Li Cizîrê 5 endamên hêzên ewlehiya Tirkiyê birîndar bûn

Li Cizîrê qedexeya derketina derve nêzîkî roja 50î dibe û li navçeyê pevçûnên dijwar rû didin. Di pevçûnên îro de 5 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li Cizîrê qedexeya derketina derve nêzîkî roja 50î dibe û li navçeyê pevçûnên dijwar rû didin. Di pevçûnên îro de 5 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn.

Parêzgariya Şirnexê ragehand, bi armanca dagirtina xendekan û derxistina birîndaran, li nêzîkî malê ku birîndar tê de ne operasyon hatiye kirin. Parêgariyê ragehand di operasyonê de pevçûnên dijwar rû dane û di encamê de 5 endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn, jê 2 leşker in.

Sererkaniya Tirkiyê ji da xuyakirin, di pevçûnên duh û îro de li Cizîrê 17, li navçeya Sûr a Diyarbekirê jî 5 endamên YPS'ê hatine kuştin.

Komek karmendên tendirustiyê ji bajarên Stenbol, Enqere, Diyarbekir û Êlihê bi armanca dermankirina birîndaran ber bi Cizîrê birê ketibûn . Lê koma pizîşkan li Hezexê hatin astengkirin.