Diyarbekir: 5 leşker hatin kuştin

Serokerkaniya Tirkiyê daxuyaniyek derbarê êrîşê de belav kir.

K24- Diyarbekir

Şer, pevçûn û alozî li Sûra Diyarbekirê berdewam in, îro jî 5 leşker li wê navçeyê hatin kuştin.

Serokerkaniya Tirkiyê di daxuyaniyekê de ragihand ku, di êrîşeke çekdarî de îro li Diyarbekirê, 4 leşker û 2 polîs bi giranî birîndar bûne.

Di daxuyaniyê de hatiye ku, ew birîndar bo nexweşxaneyên hatine veguhestin, lê ji ber giraniya birînan “3 leşkeran canê xwe ji dest da.”

Lê ajansa DHAyê di nûçeyekê de ragihandiye ku, di şer û pevçûnên navçeya Sûra Diyarbekirê de hejmara leşkerên kuştî yên îro gihîşte 5an.