NY dixwaze bûyerên Cizîrê werin vekolandin
Di 20ê Çileyê de, leşkeran gula bi ser xelkê û parlamenterê HDPê de berda bûn.
K24- Navenda Nûçeyan
Komisyona Bilind a Mafên Mirovan ya ser bi Neteweyên Yekbûyî (NY) ve, bang li Tirkiyê kir ku, rê bê dayîn ji bo destpêkirina lêkolînekê li ser bûyerên Cizîra Bakurê Kurdistanê.
Komîsarê Bilind ê Mafên Mirovan ya ser bi NY ve, Zeyd Raad el-Huseyin, ji rayedarên Tirkiye xwest ku bûyera gulebarandina bi ser xelkê de li Cizîrê were vekolandin.
Roja 20ê Çileyê li Cizîrê komeke xelk, ku di nav de parlamenterê HDPê Faysal Sariyildiz jî hebû, rastî êrîşea polîs û leşkeran hat.
Wê demê, gule bi ser xelkê de hatin berdan û hejmarek birîndar bûn.
Divê derbarê de Zeyd Raad el-Huseyin got: “Pêwîst e hêzên ewlekariyê di derheqê kesên ku gule bi ser kesên sivîl de reşandin lêpirsînekê veke.”
Herwiha Huseyîn wiha berdewam kir: “Di dîmenan de xuya dike ku, jinek û mêrek bi alayek spî dimeşin. Ji aliyê wesayiteke zirxî ve tên şopandin. Piştre ew insanna, bi reşandina guleyan tên sekinandin. Guleyek jî li çîpê Kameramanê ÎMC TV dikeve û navborî birîndar dibe. Di derheqê wî de jî bi daxwaziya girtinê doz hatiye vekirin. Ji bo zelalkirina vê bûyerê pêwsît e lêpirsînek were vekirin.”