Davutoglu: Em ê Sûrê bikin “Toledo”

Aloziya li Bakurê Kûrdistanê demeke dirêj e di navbera siyasetmedarên Tirkiyê de bûye sedema nîqaşan. Herî dawî gotinên Serokwezîrê Tirkiyê rê li ber nîqaşeke nû vekir.

K24 - Enqere

Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu di serdana xwe ya Erebistana Siudiyê de got ku ew dê Sûra Diyarbekirê bikin Toledo. Lê gotinên Davutoglu ji aliye Hevserokê HDPê Selahattîn Demîrtaş ve hatin rexnekirin û got: “Serokwezîr xewn û xeyalên mezin dibîne.”

Aloziya li Bakurê Kûrdistanê demeke dirêj e di navbera siyasetmedarên Tirkiyê de bûye sedema nîqaşan. Herî dawî gotinên Serokwezîrê Tirkiyê rê li ber nîqaşeke nû vekir.

Davutoglu di serdana xwe ya bo Siûdiyê de projeya bi navê “ji nû ve plansazkirina Başûr û Rojhilatê Tirkiyê” da nasîn. Ligor plansaziya Davutoglu navçeyên di encama pevçûnan de hilweşiyane wê bên avakirin. Di çarçoveya plansaziyê de Davutoglu her înê wê li bajarekî Bakurê Kurdistanê nîmêja înê bike. Vê înê dê ji bajarê Mêrdînê dest pê bike.

Davutoglu got: “Em ê Sûrê wekî bajarê Toledo ava bikin ku hemû kes wê bixwaze lê temaşe bike. Di serdema nûkirina hemû avahiyên dîrokî yên Diyarbekîrê wekî; xan, mal, mizgeft, dêran wê xwezayiya wan bê parastin.”

Gotinên Davutoglu di rojeva Demirtaş de bûn, Demirtaş nerazîbûn nîşanî Davutoglu da û îdia kir ku di 14 salên desthilatdariya AK Partiyê de; aborî, demokrasi, aştî û ewlehî têk çûne.

Demirtaş wiha axifî: “Toledo jê kêm e. Serokwezîr di nava xewn û xeyalên mezin de ye. ji bo bombe kirina Sûrê, Cizirê û Silopiyê Davutoglu erk da artêşê. Piştî ku hemû der wêran bûn, serokwezîr ji bo ku hesab nede, xwe vedişêre û wekî ku Sûr vegeriyayê rewşa asayî plansaziya avahiyan dike.”

Bajarê “Toledo” ku bu behsa nîqaşan, li Spanyayê paytexta herêma bi navê Kastîlyayê ye ku ew herêm, herêmeke xweser e. Niha ev yek tê meraq kirin ku Serokwezîrê Tirkiyê Ahmet Davutoglu bi vê gotina xwe peyamekê dide daxwaza HDPê ya xweseriyê yan na? Di nav vê avûhewayê de partiyên siyasî roja înê di çarçoveya sazkirina destûra nû de wê werin ba hev. Gotinên Davutoglu û helwesta HDPê ya li ser xweseriyê wê di danûstandinên komîsyonê de çawa deng vede?