Tomara dengên li Cizîrê hat weşandin

Di serdema hewldanên rizgar kirina 6 cenaze û sivîlên ku li Cizîrê di jêrzemînekê de asê mabûn axaftinên wan ên telefonê yên tomarkirî hatin weşandin.

K24 - Enqere

Di serdema hewldanên rizgar kirina 6 cenaze û sivîlên ku li Cizîrê di jêrzemînekê de asê mabûn axaftinên wan ên telefonê yên tomarkirî hatin weşandin.

Li ser rewşa dawîn a Cizîrê ku ji ber vê yekê îdrîs Balûken, Osman Baydemîr û Meral Daniş Beştaş di grêva birçîbûnê de ne li Parlamentoya Tirkiyê daxuyaniyeke çapemeniyê dan.

Balûken diyar kir ku 48 seat in haya kesî ji wan mirovên birîndar ku li Cizîrê di jêrzemînê de asê mane nîn e. Meral Daniş Beştaş jî, di serdema hewlên rizgarkirina birîndaran de dengên tomarkirî ku hatine wergirtin parve kirin.

Di dengên ku hatine tomar kirin de piştî lihevkirina di navbera Wezareta Navxwe û Koordînasyona Navendî ya Qeyranê de li ser rêbaza derketina birîndaran axaftin cih digirin. Di nava axaftina tomar kirî de di serdema ku endamê encûmena DBPê Mehmet Yavuz diaxive de dengê mûdaxeleya polîsan, dengê çekan û dengê taqînê cih digire.

Beştşa diyar kir ku dema lêpîrsîneke dadperwer were kirin hîngê ew dê tomara hemû dengan bidin mirovên ku di vî warî de peywirdar in. Herwiha Osman Baydemîr jî di vê derbarê da got; “Ev operasyon her ji aliyê kîjan navendê ve were birêvebirin divê bê eşkere kirin ku hêzên ewlakariyê yên li wê derê ji kê fermanê werdigirin.”