Êdî Sûriyeyî dikarin bi awayekî fermî bixebitin

Cigirî Waliyê Dîlokê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku êdî welatiyên Sûriyê li bajarê wan dijîn, bi awayekî fermî dikarin kar bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Cigirî Waliyê Dîlokê di civîneke çapemeniyê de ragihand ku êdî welatiyên Sûriyê li bajarê wan dijîn, bi awayekî fermî dikarin kar bikin.

Di civînê de ku Rêveberê Saziya Kar û Xebatê Siraç Ekin û Rêveberê Ewlehiya Civakî Mehmet Uzun jî beşdar bûn, Cigirê Waliyê Dîlokê Halil Uyumaz destnîşan kir ku li bajarê wan nêzîka 350 hezar Sûriyeyî hene û piştî yasaya ku di 15ê Rêbendanê derket, êdî tu astengî li ber welatiyên Sûriyeyî nemaye û bi awayekî fermî dikarin bixebitin.

Rêveberê Saziya Kar û Xebatê Siraç Ekin jî got ku di çarçoveya yasayî de tenê ew kesên ku destûra kar û xebatê wergirtine dikarin bixebitin û eger ên li gorî vê qanûnê tevnegerin ew dê bi pereyan werin cezakirin. Herwiha Ekin got mûçeya Sûriyeyiyên di vê çarçoveyê de bixebitin çênabe ku ji kêmtirîn mûçe kêmtir be