Li hemû taxên Sûrê qedexe hat ragehandin.
Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê qedexeya derketina derve li 4 taxên ku mabûn jî hat ragehandin. Bi vê biryarê, li hemû taxên Sûrê qedexe hat ragehandin.
K24 – Diyarbekir
Li navçeya Sûrê ya Diyarbekirê qedexeya derketina derve li 4 taxên ku mabûn jî hat ragehandin. Bi vê biryarê, li hemû taxên Sûrê qedexe hat ragehandin.
Qeymeqamiya navçeya Sûrê, ji nîvê şevê ve li 4 taxên dîtir qedexeya derketina derve ragehand. Beriya 63 rojan li 6 taxên Sûrê qedexe hatibû ragehandin. Hefteyek berê jî li 5 taxan hatibû ragehandin.
Bi biryara dawî li taxên Îskender Paşa, Camî Kebîr, Nebî Camî û Melîk Ehmedê jî qedexe hat ragehandin û bi vê awayê tu taxeke Sûrê bê qedexe nema.
Li aliyê dîtir, Wezîrê Navxweyî yê Tirkiyê Efkan Ala da xuyakirin, operasyonên Cizîrê di nava çend rojan de, yê Sûrê jî di nava hefteyekê de dê dawî were.