Elheyat: Mesûd Barzanî guh nade fişaran û rijte li ser encamdan a rifranomê.
Serokê Herêm a Kurdistanê Mesûd Barzanî, guh nade fişar ên Emerîka û Ewerupayê, bo bi dawîxistin a pirs a rifrandomê li ser serxwebûn a Herêm a Kurdistanê û rijte li ser encamdan a rifrandomê.
K24: Hewlêr:
Serokê Herêm a Kurdistanê Mesûd Barzanî, guh nade fişar ên Emerîka û Ewerupayê, bo bi dawîxistin a pirs a rifrandomê li ser serxwebûn a Herêm a Kurdistanê û rijte li ser encamdan a rifrandomê.
Herweha Barzanî rexne yên tund girt, ji wan alî yên Kurdî ew ên di niha de neyar ên rifrandomê ne. Tekez jî kir ku ev pêngav wata wê ne ewe ku yekser dê dewlet a kurdî bihê ragehandin. Hijmarek ji nwêneran bi pêdivî dizanin ku ji hevhatin û yekrêzî li Herêm a Kurdistanê bihê duristkirn. Hinek hêz ên Sunnî û Şî'e yên Îraqê evê pêngavê bi (nadestûrî) dizanin.
Şandek a Yekêtî ya Ewrupa serdan a Herêm a Kurdistanê kirin û piştî kombûnê li gel alî yên kurdistanî , daxwaz ji wan kirn ku pirs a rifrandom ê bihê bi dawîxistin û li ba dewlet a Îraqê bimînin.
Li ser astê hindurî jî, hinek kesayetî û alî yên sîyasî daxwazkirn e, zemîne û seqa bihên xweşkirin bo encamdan a ewê piroseyê.
Barzanî di peyamekê de ragehand : Ew helwîst nalocîkî ye, nabe çi yê din nikolî li maf ê Kurd, nasname û pirs a netewe ya Kurd buhê kirn di rojhilat a navîn de, vêcar li jêr her bîyano û pasawekê be.
Herweha di peyamê de hatibû : Dem a wê yekê hatîye û delîve amadene ji bo ku gel ê Kurdistanê bi rê ya rifrandomê biryarê li ser çarenivîs a xwe bide. Ev rifrandom ne bi wata ya wê yekê ye ku yekser dewlet bihê ragehandin, lê ji bo wê ye ku vîyan û îrade û nerîn a xelkê Kurdistanê li ser çarenivîs a wî bihê zanîn û serkirdataî ya sîyasî ya Kurdistanê di dem û rewş a guncîyayî de vîyan û biryar a gel bicih bihîne.xuyakirn a çarenivîsê û rîfrandom jî dê di piroseyek a aştîyane û serdemîyane de be.
Rojname ya Elheyat, bayex bi peyam a Barzanî daye û nerîn ên kesatî û alî yên din jî li ser pirs a rifrandomê belav kirîye û dibêje: Her di wê çarçoveyê de rawêjkar ê Asayîş a Herêm a Kurdistanê, Mesrûr Barzanî di hijmarte ya xwe ya Feysbûk ê de, nivîsî bû: Îraq li ser binema ya cugrafîya ya şaş hatîye avakirin û bi dirêjahî ya sedeyekê pêkol hat kirin bibe dewletek lê nebû.