Firokeyên Tirkiyê sînorê Kurdistanê bombebaran dikin

Heta niha firoke li sînorê navçeyê difirin.

K24- Sîdekan

Firokeyên şer ên Tikriyê sînorê Başûrê Kurdistanê bombebaran dikin.

Çavkaniyeke leşkerî ji K24ê re ragihand ku, îro danê êvarî firokeyên Tirkiyê, gundên Gelî Male Mela, Xinêre û Lolan ên ser bi navçeya Sîdekan ve bombebaran kirin.

Firokeyên Tikriyê bi bihaneya hebûna pêgehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), berdewam sînorê Başûrê Kurdistanê derbas dikin û navçeyên wê bombebaran dikin.

Nahiyeya Sîdekan, navçeyeke berferehe ku dikeve sêkoşeya sînorê Başûr ligel Bakur û Rojhilatê Kurdistanê, nêzîk 130 gundî bi ser ve ye.

Li gor zanyariyan, heta dema amadekirina vê nûçeyê, firokeyêm Tirkî di asteke nizim de li sînorê navçeya Sîdekan difirin.

Roja 1’ê Tebax sala 2014an, firokeyên Tikriyê komkujiyek li gundê Zargelî kirin, ji encama wê bombebarana firokeyan 8 welatiyên navçeyê şehîd bibûn û 10 kesên din jî birîndar bibiûn.