Davutoglu: Li Girava Îmraliyê Maseya Gûftûgoyê dananin

Serokwezîrê Tirkiyeyê dibêje êdî ew li Girava Îmraliyê Maseya Gûftûgoyê dananin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokwezîrê Tirkiyeyê dibêje êdî ew li Girava Îmraliyê Maseya Gûftûgoyê dananin.

Serokwezîrê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu di vegera xwe ya ji Londonê de, pirsa rojnamevanan bersivand û derbarê pêvajoya aşitiyê de ragihand ku, wî di nava 10 rojan de 4 mase daniye û ligel saziyên sivîl û pêşengên civakê yên xwedî hizr û baweriyên cûda civîyaye.

Davutoglu diyar kir, êdî pêvajoya aşitiyê, dê li ser van maseyan bidome û ne şert e ku li Îmraliyê çend kes digel rêberê PKKyê Abdullah Ocalan li dora maseyekî bicivin.

Pêvajoya aşitiyê piştî du sal û nîvan bi hinceta teqîna pirsûsê û kuştina 2 polîsên li heman navçeyê şkestinek xwar û hat rawestandin. Ji nişka ve jî şer û pevçûnên dijwar dest pê kirin.