Hewlêr: Di şewata sentera mesajê de 19 kes mirin

15 kes ji qurbaniyan biyanî ne.

K24- Hewlêr

Li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêr, agir girte sentereke mesaj û melevaniyê, di encam de 19 kes mirin.

Parêzgarê Hewlêrê, Newzad Hadî li cihê bûyerê ji K24ê re ragihand ku, demijmêr 16:10 bi dema navxweyî agir girte sentera mesaj û melevaniyê ya li biniya hotêla Kapîtol.

Li gor ku Hadî ragihandiye, 19 kesan canê xwe ji dest dane “15 Filîpînî ne û 4ên din Ereb in.”

Xwedanê Hotêla Kapîtol jî diyar kir ku, sentera agir girtiyê, di destê kirêçiyekî de ye û ne ser bi îdareya hotêlê ve ye.