Barzanî û alî yên sîyasî dê kom bin.
Biryare sube serok ê Herêm a Kurdistanê Mesûd Barzanî kombûn a xwe ya dûyê bi alî yên sîyasî re encam bide.
.jpg)
K24- Hewlêr:
Biryare sube serok ê Herêm a Kurdistanê Mesûd Barzanî kombûn a xwe ya dûyê bi alî yên sîyasî re encam bide.
Fûad Husên serok ê Dîwan a Serokatî ya Herêm a Kurdistanê taybet bi Kurdistan 24 ragehand kû sûbe kombûn a dûyem a serokê Herêmê Mesûd Barzanî û alî yên sîyasî dihê encamdan.
Xûya jî kir ku evroj dê kombûn a Komîte ya Karakirin a Perlrmanê û Hikumetê dihê dihêsazkirin.
Li gor zanyarî yên malper a Kurdistan 24 kombûn wê komîteyê dest pêkirîye.
Roj a 3yê Subatê şand a Komîte ya Karakirin a Perlrmanê û Hikumetê serdan a baregeh a Bizav a Gorran kiribû û li gel nwêner ên wê bizavê kom bibûn.
Her di wê rojê jî de serdan a Mekteb a Sîyasî ya Komele ya Îsalamî li bajarê Silêmanîyê kirin.
Berî hingê jî serdan a Partî ya Demukratî ya Kurdistanê û Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê kiribûn, bi merem a wergirtin a ra û nerîn ên alî yên sîyasî li ser daxwazî yên serokê Herêmê Mesûd Barzanî bo asayîkirin a rewş a Herêmê.
Di dawî ya meh a burî de serok ê Herêm a Kurdistanê Mesûd Barzanî kombûnek bi alî yên sîyasî yên Kurdistanê re encam dabû, di kombûnê de ku tabet bû bi gêngeşekirinê li ser rewş a sîyasî ya Herêmê û tengijeyan biryar hartibû dan Perleman û Hikumet a Herêmê bihên karakirin.
Her yek ji Bizav a Gorran û Komele ya Îslamî pişikdarî di kombûn a yekem de nekiribûn. Di kombûnê de Barzanî ragehand ku pêdivî ye komîteyek bihê pêkhînan bo serdankirin a alîyan û dûv re bi rojekê ew komîte hat pêkhînan.