Piştî ku dest ji Bizav a Gorran berda, Mehemed Hacî piştîvanî ya xwe bo piroje ya Barzanî nîşan da.
Mihemed Hacî kesatî ya sîyasî ya Herêm a Kurdistanê piştîvanî xwe bo piroje ya nîştîmanî ya serok ê Kurdistanê dike.
K24: Hewlêr:
Mihemed Hacî kesatî ya sîyasî ya Herêm a Kurdistanê piştîvanî xwe bo piroje ya nîştîmanî ya serok ê Kurdistanê dike.
Li gor nûçeyek a malper a Serokatî ya Herêmê, evroj Mesûd Barzanî serok ê Herêm a Kurdistanê li Selahedînê pêşwazî kir li Mehemed Hacî kesatî ya sîyasî ya Herêm ê Kurdisatnê. Di dîdarê de rewş a sîyasî ya Herêmê û qebo û gef û pêşhat ên sîyasî û asayîşî yên deverê hatin behiskirin.
Her di wê dîdarê de ra û nerîn hatin veguhartin li ser wan delîve yên peywest û girêdayî bi ayinde ya Kurdistanê, rifrandom û maf ê destnîşankirin a çarenivîs a gel ê Kurdistanê.
Di pişkek a wê dîdarê de Mehemed Hacî piştîvanî ya xwe nîşan da bo piroje ya nîştîmanî û neteweyî ya Mesûd Barzanî serok ê Herêmê û herweha bo rifrandomê û serxwebûn a gel ê Kurdistanê. Amadebûn a xwe jî nîşan daye ku li gor şîyan û vejen a xwe alîkarî ya serxistin a wê piroje ya nîştîmanî bike.
Mehemed Hacî wek sîyasetvanekî Kurd li Başûr ê Kurdistanê, di destpêk a damezirandin a Bizav a Gorran de wek kargêrek ê bala kar di rêz a ewê bizavê de kirîye. Post a wî ya dawîn jî berpirs ê jûr a peywendî yên sîyasî bûye. Di destpêk a evê salê de dest ji Gorran vekişand û di niha de piştîvan ya xwe derbirîye bo piroje ya serok ê Herêm a Kurdistanê.