Li Sûrê 8 leşker hatin kuştin

Şer û pevçûnên giran ji duh ve berdewam in.

K24- Diyarbekir

Ji encama teqîn û pevçûnên li Sûra Diyarbekir, 8 leşker hatine kuştine û hejmarek din birîndarin.

Ji duh ve şer û pevçûnên di navbera Artêşa Tirkiye û Yekîneyên Parastina Sivîl  (YPS) de berdewamin, vê sibehê jî dengê teqînan hat bihîstin.

Li gor ajansa ANFê, ji duh û heta îro, herî kêm 8 leşker hatine kuştin û hejmarek din birîndar bûne.

Leşkerên artêşa Tikriye yên ku duh bi çekên giran êrîşî navçeyê kirin, ji danê vê sibehê û vir ve topan li 6 taxan dibarînin.

YPSê jî bersiv dan êrîşan û li ser vê yekê li derdora Mizgefta Kurşunlu û taxa Hasirli şerekî dijwar qewimî.

Li gorî çavkaniyên herêmî, gelek ambûlans ji navçeya Sûrê derketine û çûne Nexweşxaneya Leşkerî.