Li Sûrê 8 leşker hatin kuştin
Şer û pevçûnên giran ji duh ve berdewam in.
K24- Diyarbekir
Ji encama teqîn û pevçûnên li Sûra Diyarbekir, 8 leşker hatine kuştine û hejmarek din birîndarin.
Ji duh ve şer û pevçûnên di navbera Artêşa Tirkiye û Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS) de berdewamin, vê sibehê jî dengê teqînan hat bihîstin.
Li gor ajansa ANFê, ji duh û heta îro, herî kêm 8 leşker hatine kuştin û hejmarek din birîndar bûne.
Leşkerên artêşa Tikriye yên ku duh bi çekên giran êrîşî navçeyê kirin, ji danê vê sibehê û vir ve topan li 6 taxan dibarînin.
YPSê jî bersiv dan êrîşan û li ser vê yekê li derdora Mizgefta Kurşunlu û taxa Hasirli şerekî dijwar qewimî.
Li gorî çavkaniyên herêmî, gelek ambûlans ji navçeya Sûrê derketine û çûne Nexweşxaneya Leşkerî.