Dûmaya Şamê bi çalakiyekê piştgiriya ENKSê dike
Çalakvanan sloganên piştgiriya ENKSê û Rojavayê Kurdistanê bikindkirin.

K24- Navenda Nûçeyan
Hejmarek çalakvan û xelkên navçeya Dûma ya paytexta Sûriyê, Şam, çalakiyek bo piştgiriya Kurdên Rojavayê Kurdistanê, sazkirin.
Li gor ku li ser tora civakî ya Facebookê hatiye belavkirin, çalakvan û xelkên Dûmayê bi bilindkirina siloganên piştgiriyê wek “Kurdno..Destê me di dest we de ye, Ji Dûma heta Amûdê slav û rêz” piştgiriya xwe anîn ziman.
Herwiha di çalakiyên de, piştgiriya Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) bi van sloganan hat kirin “ENKS, em tev bi te re ne. Bi hev re bo piştgiriya biryarên ENKSê.”











