Kombûn a Barzanî û alî yên sîyasî hat dawîxistin
Gotebêjekî bi nav ê serokatî ya Herêm a Kurdistanê ragehand ku li ser pêşnîyaz a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê, Kombûn a serok ê Herêmê bi alî yên sîyasî re hat dawîxistin, ku biryar bû evroj bihê encamdan.
K24- Hewlêr

Di wê ragehandinê de, amaje bi wê yekê hatîye kirin ku armanc ji bi dawîxistin a kombûnê, delîve dane bi alî yên din yên sîyasî heya bikarin danûstan ên zêdetir li ser kombûnê bikin.
Deq ê ragehandinê:
Ragehandinek ji gotebêjekî bi nav ê Serokatî ya Herêm a Kurdistanê li ser kombûn a serok ê Herêm a Kurdistanê û alî yên sîayasî yên Herêmê.
Gotebêjekî ji dîwan a Serokatî ya Herêm a Kurdistanê ragehand: Kombûn a rêzdar Mesûd Barzanî serok ê Herêm a Kurdistanê bi alî yên sîyasî re ku biryar bû evro, yekşembîyê 7/2/2016 bihê encamdan, li ser pêşnîyaz a Yekêtî ya Nîştîmanî ya Kurdistanê hat dawîxistin bo demek a din, ji bo ku delîve bihê dan bi alî yên sîyasî daku zêdetir danûstanê di navber a xwe de bikin.
Gotebêjek bi nav ê Dîwan a Serokatî ya Herêm a Kurdistanê.