Hejmarek ji dîlên Kobanê hatin rizgarkirin
Hejmarek ji welatiyên Kurd yên Kobanê ku beriya çend mehan ji aliyê rêxistina DAIŞê ve hatibûn revandin, karîbûn xwe ji nav destê DAIŞê rizgarbikin û ligel malbatên xwe bigihin Kobanê.
K24 – Kobanê
Hejmarek ji welatiyên Kurd yên Kobanê ku beriya çend mehan ji aliyê rêxistina DAIŞê ve hatibûn revandin, karîbûn xwe ji nav destê DAIŞê rizgarbikin û ligel malbatên xwe bigihin Kobanê.
Peyamnêrê K24ê li Kobanê ragehand ku, 18 welatiyên Kurd yên Kobanê ku beriya çend mehan ji aliyê rêxistina DAIŞê ve hatibûn revandin, karîbûn xwe ji nav destê DAIŞê rizgarbikin û ligel malbatên xwe bigihin Kobanê.
Ew dîlên ku gihêştine Kobanê di Kampa Miştenûrê de hatin bicih kirin. Ji K24ê re ragehandin ku, ji ber bombebarankirina firokeyên Hevpeymaniya Navdewletî ji nêzîkî girtîgeha ku tê de bûn li Minbicê, wan karîne xwe rizgar bikin.
Penaberan dan zanîn ku, wan gelek zehmetî û êş di zîndanên DAIŞê kişandin, ku lingê dîlekî jî hat qutkirin.
Li gor peyamnêrê K24ê, heta niha 15 malbat ji destê DAIŞê karîne xwe rizgar bikin û bigihin Kobanî, ew malbat jî bi tevahî kurd in.
Di 24 Tebaxa sala borî de, komek ji çekdarên DAIŞê derbasî gundê Qulanê yê başûrê Kobanê bûn û hemû malbat bi temamî revandin, piştî demekê jin û zarok hatin berdan, mêr jî wek dîl man.