Mesrûr Barzanî: Rifrandom baştirîn belge dibe bo xuyakirn a vîyan a xelkê.

Mesrûr Barzanî Rawêjakar ê Civat Asayîş a Nîştîmanî Ya Kurdistanê ragehand ku encamê rifrandomê baştirîn belge ye bo xuyakirin a vîyan a xelkê Kurdistanê.

K24- Hewlêr:

Mesrûr Barzanî Rawêjakar ê Civat Asayîş a Nîştîmanî Ya Kurdistanê ragehand ku encamê rifrandomê baştirîn belge ye bo xuyakirin a vîyan a xelkê Kurdistanê.

Di dîdarekê de li gel heftename ya Gulan, Mesrûr Barzanî dibêje: Seyre, hinek dibêjin dem ne guncaye bo rifrandomê. Çawa dem neguncayîye ji bo ku xelik bibêjin wan çi divê? Encam a rifrandomê baştirîn belge dibe bo xuyakirn a vîyan a xelkê Kurdistanê, ev biryarek yekalîker û tev alî ye. Dê serkirdatî milkeç ê birayar a xelkê be li ser binema ya piranî ya xelkê.

Mesrûr Barzanî dibêje: girnge ewe rifrandom bibe eger a yekrêzî ya nav mal a Kurd. Divê destkevt ên nîştîmanî bo hemû alîyan be, hemû alî yên sîyasî giringîyek a zêdetir bi berjewendî ya bala ya nîştîmanî biden û ne tenê hizir li milmlanê ya sîyasî û berfirehkirin a pêgeh ên xwe bikin.

Di pişkek a din a dîdarê de, Mesrûr Barzanî dibêje: serxwebûn, mafek ê siruştî yê gel ê me ye û kes evî mafî nade me, lê ji me hatîye standin û pêdivî ye her demek a derfet bo me hat, em ewî mafî bi kar bihînîn. Niha gelek ji welat ên cîhanê îtiraf dikin ku xedrek a dîrokî ji gel ê Kurd hatîye kirin, wek hemû gel ên cîhanê maf ê xwe heye çarenivîs a xwe destnîşan bike.

Li ser rewş a Kurdistanê û tengije ya Darayî , Mesrûr Barzanî amaje dike ku: Giringe sîstemek a abûrî bi hêz li ser binemayek a zanistî bihê duristkirin û ne tenê xelk agahdar be belku divê pişikdar jî bibe.

Sebaret bi Şerrî jî, rawêjkar ê Civet a Asayîş a Nîştîmanî dibêje: Oprasiyon ên hevpişik bandor a xwe heye li ser têkşikandin a dijmin û riman a hûre yî dijim; lê ji wê giringtir amaje ye bi şîyan a hêz ên taybet ên me, mina dijetîrorê ku di astek a gelek bilind de ye li ba hêz ên hevşêwe yên wê ji hêz ên Emerîkayê opirsyon ên hûr û girin g encam didin.

Mesrûr Barzanî aşkera jî kir ku di hemû peywendîyan de li gel hevpeymnan behsê pêdivî yên çek û locistî û alîkarî ya pêşmerege kirîne. Bi şanazî jî me berhemê baş hebûye. Niha pêdivî ya herî serekî yê pêşmergey mûçe ye. Cihê daxê ye nebûn a bûdceyê bandor a xwe hebûye  li ser rewşê û eger pêşmerge hizir û bawerî yên bi hêz nebin ne dişîya li hember evê rewşê xwe bigire.

Li ser arişe yên hilawîstî  di navber a Kurdistanê û Bexda  dibêje: pêdivîye berpirs ên Bexda ji wê yekê têbigêjin ku ger nekarin Kurdan wek hevpişik û wekhev bibênin, êdî dem a ewê yekê ye, rê bidin bi xweşî û aştîyane  ji hev cuda bibîn û bibîn hevpeyman ên bi hêz bo hevdû.