Balyoz ê Seûdîye: Herêm a Kurdistanê pêgeyek a mezin li ba Seûdîye heye.
Balyoz ê Seûdîye li Bexdayê ragehand: Li roj ên dahatî, li Hewlêr ê kunsilxaneyê dê vekin. Samir Elsebahan, Blyozê Seûdîye li Bexda ragehand: Li roj ên dahatî bi şêweyek fermî di mersîmekê de kunsilxane ya Seûdîye li Hewlêrê dê vekin.
K24- Hewlêr:
Balyoz ê Seûdîye li Bexdayê ragehand: Li roj ên dahatî, li Hewlêr ê kunsilxaneyê dê vekin.
Samir Elsebahan, Blyozê Seûdîye li Bexda ragehand: Li roj ên dahatî bi şêweyek fermî di mersîmekê de kunsilxane ya Seûdîye li Hewlêrê dê vekin.
Balyoz a Seûdîye li Bexda amaje bi wê yekê jî kir ku Herêm a Kurdistanê pêgeyek a giring li ba Seûdîye heye, ew pêşwazî ya germ a li serok ê Herêm a Kurdistanê hatîye kirin, di serdan a wî de bo Rîyadê û dîdar a wî li gel şah û berpirs ên Seûdîye girov û belgeh a wê yekê ye.
Samir Elsebahan behsê wê yekê jî kir ku welat ê wî tim bi yek çav li pêkhate yên neteweyî û olî yên Îraqê û Kurdistanê dinerin.
Vekirin a kunsilxane ya Seûdîye piştî wê yekê dihê ku li sal a burî Mesûd Barzanî serok ê Herêm a Kurdistanê serdan a Seûdîye kir û ji alîyê şah Selamn Ebdulezîz li koçik a padşahîyê li bajar ê Rîyadê pêşwazî lê hatekirin û hijmarek a mezin ji berpirs ên ewî welatî pişikdar bûn li dîdar a serok ê Herêmê û şah ê Seûdîye. Her wê demê jî Seûdîye biryar da kunsilxane ya xwe li Herêm a Kurdistanê veke.