Heta niha 400 kesên Mûsilî reviyane Rojava
Ew malbatên Mûsilî behsa serpêhatiya xwe di bin desthilata DAIŞê de dikin.

K24- Serêkaniyê
Li gor agahiyên taybet ên di dest K24ê de, heta niha 400 kesên ku ji Mûsilê reviyan e li Rojavayê Kurdistanê bicih bûne.
Peyamnêrê K24 li Serêkaniyê diyar kir ku, reva xelkên Mûsilê ji bin desthilata çekdarên DAIŞê berdewam e, heta niha jî 400 kesê Mûsilî li kampa Mebrûke ya li Serêkaniyê bicih bûne.
Bavê Sûhêl ku yek ji kesên xwe gihandine Mebûrkayê ye, wiha ji peyamnêrê K24ê re got: “Em ji Mûsilê reviyan ji ber ku rewş gelekî xerab bû, malbat ji birçîna dimirin, gelek tiştên xirab jî li ser malbatan dihat sepandin.”
Kesên reviyan e tekez dikin ku jiyan li deverên di bin desthilata rêxistina DAIŞê de nemaye. Lê hê tirsa çekdarên DAIŞê di dilê wan kesan de maye, ji ber ku piraniya wan zordarî û sitemkarî bi çavên xwe dîtine
Derbarê kiryarên DAIŞê li Mûsilê de, Bavê Ednan ku kariye ji bin desthilata radîkalan birêve, wiha tîne ziman: “Rêxistina DAIŞê xelik dianîn qada bajêr, û nişteciyên Mûsilê komdikirin û hin kes bi bihenayê ku ew kafirin, serêjê dikirin.”
Li gor ku kesên reviyayî anîne ziman, wan nêzî hezar kîlo metirî di navbera Iraq û Sûriyê de brîne, heta ku gehştine kampa Mebrûka ya grêdayî bajarê Serêkaniyê.
Kampa Mebrûke di 15ê Mijdara sala 2015an de ji derbiderên Dêrezor û Reqayê re hatiye avakirin, ji aliyê dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ve tê birêvebirin. Niha jî nêzîk 2 hezar û 500 derbiderên Sûrî lê dijîn. Bi giştî jî dikare 5 hezar kes li xwe vegire.