Planeke “terorîstî” li Hewlêrê hat pûçkirin

Çend terorîstan dixwestin xwe li Hewlêrê biteqînin.

K24- Hewlêr

Hêzên Anti-teror karîn planeke xwekujî li Hewlêrê pûç bikin.

Li gor ku li ser rûpela fermî ya Hêzên Anti-teror hatiye belavkirin, roja Şemiya borî, 06ê Sibatê, wan hewldaneke encamdana kiryareke xwekujiyê li Hewlêrê pûç kirine.

Ji encama wê operasyonê, Hêzên Anti-teror karîne “3 terorîstan ku erebên parêzgeha Diyala ne, girtine.”

Niyaza her “3 terorîstan” jî, encamdana karekî xwekujî bû li paytexta Herêma Kurdistanê, Hewlêr.

Herwiha di operasyonê e “piştîneyeke bombekirî û çend bombeyên çandî” hatin desteser kirine.