YPG veguhestina çekdarên Opozîsyona Sûriyê red dike
Berî niha medyaya opozîsyona Sûriyê ragehandbûn ku, YPGê 80 çekdarên opozîsyona Sûriyê ji Idlibê veguheztine bakurê Helebê
K24-Navenda nûçeyan
Yekîneyên Parastina Gel(YPG) redkir ku wan çekdarên Opozîsyona Sûriyê ji Idlibê bi rêya bajarê Efrênê veguheztibin bakurê Parêzgeha Helebê.
Derbarê veguheztina çekdarên Opozîsyona Sûriyê yekîneyên Parastina Gel(YPG) daxuyaniyek belav kir tê de nûçeya veguheztina 80 çekdarên opozîsyona Sûriyê ji bajarê Idlibê bi rêya bajarê Efrînê bo bakurê bajarê Helebê redkir.
Berî niha medyaya opozîsyona Sûriyê ragehandbûn ku, YPGê 80 çekdarên opozîsyona Sûriyê ji Idlibê veguheztine bakurê Helebê.Di daxuyaniyê de jî YPGê tekezî li ser wê yekê kir ku, ew ne alîyekin di şerê navbera rejîma Sûriyê û Opzîsyona wê welatî de.
Di dema dawî yê de, rejîma Sûriyê bi alîkariya firokeyên Rûsyayê pêşveçûn li bakurê Helebê kirin, ev yeke bo sedema koçberiya bi hezaran welatiyên wê deverê bo bajarê Efrînê.