Li civat a wezîran tengije yên nû dihên gêngeşekirin.
Biryare evro Civat a Wezîr ên Herêm a Kurdistanê kombûnek a taybet bi pişikdarî ya Serok û cêgir ê serok ê Civat a wezîran û çend wezîrekê taybetmend bi pirs a tengijeyan encam didin.
K24- Hewlêr:
Biryare evro Civat a Wezîr ên Herêm a Kurdistanê kombûnek a taybet bi pişikdarî ya Serok û cêgir ê serok ê Civat a wezîran û çend wezîrekê taybetmend bi pirs a tengijeyan encam didin.
Li gor zanyarîyan, ev kombûn dihê encamdan bi merem a gêngeşekirinê li ser tengije yên Herêmê û pirs a kêmkirin û birrîn a mûçe yên fermanber ên hikumet a Herêmê.
Heftî ya burî, Hikumet Herêmê biryar da bi kêmkirin û birrîn a rêjeyekê ji mûçe yên fermanberan.
Li gor biryarê, her fermanberekî, rêjeyek a diyarkirî ji mûçe yê dihê kêmkirin û li hijmarteyek a bankê dihê paşekevtkirin heya ev tengije ya darayêî dihê burandin.
Ev biryar a hikumetê karvedan bi dûv xwe re hîna û di hinek dever ên Herêm a Kurdistanê fermanberan baykot a dewamê kirin.