Li Silêmanîyê …hinekan destkirin bi baykotkê.
Li bajar ê Silêmanî yê polis ên hatûçûyê, mamosta yên zankoyê, hijmarek ji fermangeh û navend ên ser bi perwerdeyê û xwîndin a bala destkirin bi baykotê ji dewamê.
K24- Silêmanî:
Li bajar ê Silêmanî yê polis ên hatûçûyê, mamosta yên zankoyê, hijmarek ji fermangeh û navend ên ser bi perwerdeyê û xwîndin a bala destkirin bi baykotê ji dewamê.
Nuçegihanê Kurdistan 24 li bajar ê Silêmanîyê ragehand, li pêşî ya Peymangeh a Teknîkî li Silêmanîyê hijmarek ji xwîndkar û fermaneberan kom bûne û dihê gotin ku derazînk a serekî ya kemp a zankoyê jî hatîye daxistin.
Hevdem hijmarek ji karmend ên polis ên hatûçûnê destkirine bi baykotê ji dewamê û biryar dane vegerin mal ên xwe.
Ew hevwelatî yên fermanberin û di kert a giştî de kar dikin, çar meh ên dawî ya sal a burî û meh a yek a ev sal mûçe newergirtine.
Biryare demek a din lijneyek a taybet bi çareserkirin a tengijeyê li Civat a Wezîran kom bibe bi serokatî ya Nêçîrvan Barzanî serokê Civatê û bi amadebûn a cêgirê serok ê Civatê Qubad Talebanî û wezîr ê Hindûrî, Kerîm Şengarî û rêveber ê jmêryarî li Wezaret a Darayî ,Raber Sidîq.