Li Silêmanîyê …hinekan destkirin bi baykotkê.

Li bajar ê Silêmanî yê polis ên hatûçûyê, mamosta yên zankoyê, hijmarek ji fermangeh û navend ên ser bi perwerdeyê û xwîndin a bala destkirin bi baykotê ji dewamê.

K24- Silêmanî:

Li bajar ê Silêmanî yê polis ên hatûçûyê, mamosta yên zankoyê, hijmarek ji fermangeh û navend ên ser bi perwerdeyê û xwîndin a bala destkirin bi baykotê ji dewamê.

Nuçegihanê Kurdistan 24 li bajar ê Silêmanîyê ragehand, li pêşî ya Peymangeh a Teknîkî li Silêmanîyê hijmarek  ji xwîndkar û fermaneberan  kom bûne û dihê gotin ku derazînk a serekî ya kemp a zankoyê jî hatîye daxistin.

Hevdem hijmarek ji karmend ên polis ên hatûçûnê destkirine bi baykotê ji dewamê û biryar dane vegerin mal ên xwe.

Ew hevwelatî yên fermanberin û di kert a giştî de kar dikin, çar meh ên dawî ya sal a burî  û meh a yek a ev sal mûçe newergirtine.

Biryare  demek a din  lijneyek a taybet bi çareserkirin a tengijeyê li Civat a Wezîran kom bibe bi serokatî ya Nêçîrvan Barzanî serokê Civatê û bi amadebûn a cêgirê serok ê Civatê Qubad Talebanî û wezîr ê Hindûrî, Kerîm Şengarî  û rêveber ê jmêryarî li Wezaret a Darayî ,Raber Sidîq.