Greva parlamenterên HDPê bi dawî bû

Greva birçîbûnê ya parlamenterên HDPê ku li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dan destpêkirin û piştre veguhestin parlamentoyê piştî 13 rojan bi dawî bû.

K24 - Enqere

Greva birçîbûnê ya parlamenterên HDPê ku li Wezareta Navxwe ya Tirkiyê dan destpêkirin û piştre veguhestin parlamentoyê piştî 13 rojan bi dawî bû. Parlamenterên HDPê ragihandin ku çalakiyên wan dê bi awayên din berdewam bin.

Greva ku di 27ê Rêbendanê de ji bo balkişandina ser bûyerên Cizîrê bi awayekî nobedarî hate destpêkirin li parlamentoyê bi dawî bû.

Di daxuyaniya ku HDPê nivîskî belav kir de wiha tê gotin; “Grêva ku heta niha ji aliyê 4 şandeyên me ve hatiye meşandin; di raya giştî ya cihanî de derbarê zanîna rewşa “bodruma wehşetê” û sûcê mirovahiyê yê li wir tê kirin rolekî mezin dît. Lê li hemberî wan xebatên me hemûyan, bo veguhestina ambûlansan helwêsta hikûmeta AKPê ya dijî mirovahiyê berdewam e. Ji doh ve agahiyên metirsiyê yên ku ji herêmê tên zêdetir bûn.

Em grêva birçîbûnê bidawî dikin, têkoşîna me wê berdewam be. Em hemû aliyên aştîxwaz vedixwînin daku di nava têkoşîna ku em dê ligel gelê xwe bidomînin de cih bigirin.”