YPG: Me rêya Efrînê ji çekdarên opozîsyonê re nevekiriye
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) red dike ku, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê di riya Efrînê re derbasî Ezazê bûbin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) red dike ku, grûpên çekdar ên opozîsyona Sûriyê di riya Efrînê re derbasî Ezazê bûbin.
Fermandariy YPGê li Efrînê di daxuyaniyekê de red kir ku, wan rê dabin 80 çekdarên opozîsyonê da ji Efrînê derbasî Ezazê bibin û ragihand jî, ew nûçeya ku Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan belav kiriye, dûrî rastiyê ye.
Rewangeha Sûrî ya Mafê Mirovan di 7 vê mehê de belav kiribû, ku YPGê li Efrînê rê ji 80 çekdarên opozîsyonê re vekiriye, bo derbasî bajarê Ezazê bibin.
Herwiha YPGê diyar kir, armanc Rewangeha Sûrî ji belavkirina nûçeyên bi vî awayî, ew e ku siyaseta YPGê ya mirovî reş bikin, piştî pêşwazîkirina wan ji hezaran malbetên ku ji gundên bakurê Helebê yên ji ber şerê di navbera rêjîm û opozîsyonê de reviyane.
YPGê tekez kir jî ku, ew derbarê şerê di navbera rêjîm û opozîsyonê de li bakurl Helebê de, qet nabe aliyek.
Ji 2 vê mehê de, operasyona leşkerî ya rêjîma Sûriyê bi piştevaniya firokeyên Rûsyayê li bakurê Helebê dest pê kir, ji encama tundiya şer û pevçûnana, dora 50 hezar kes ji bakurê Helebê berve sînorê Tirkiye û Efrînê de koçber bûn.