NY ji bo alîkarîkirina Kurdistanê ket tevgerê
Serokê Herêm Kurdistanê pêşwazî li Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê NYê kir.
K24- Navenda Nûçeyan
Neteweyên Yekbûyî (NY) ji bo çaresekirina krîza darayî ya Herêma Kurdistanê ketiye tevgerê, mijara alîkarîkirina Herêma Kurdistanê jî ligel welatên Ewropayê gotûbêj kiriye.
Serokê Herêma Kurdistanê, Mesûd Barzanî îro li Hewlêrê pêşwazî li Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê, Jan Kubis û şandeya ligel kir.
Di hevdîtinê de rewşa siyasî û ewelkarî ya navçe û Iraqê û her wiha krîza aborî û darayî ya Iraq û Herêma Kurdistanê hat behskirin, tekez jî li ser encamdana çaksazî û pêwîstî bi deng ve hatina civaka navdewletî û alîkarîkirina Herêma Kurdistan û Iraqê hat kirin.
Nûnerê Taybetî yê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê, ji bilî balkişandina li ser rewşa dijwara darayî ya Herêma Kurdistanê û erkê giran ê xerciyên şer û hewandina koçberan, ronahî xiste ser krîza darayî ku Iraq û Herêma Kurdistanê li xwe girtiye.
Herwiha wî berpirsê NY, Serokê Herêma Kurdistanê li wan hewl û çalakiyan agahdar kir ku ji bo peydakirina çareseriyeke ji krîza aborî re û alîkarîkiriya darayî ya Bexda û Hewlêrê li gel balyoz û nûnerên welatên Ewrupayê û grûpa 7 encama daye.
Ji aliyê xwe ve, Barzanî dûpat kir ku gelê Kurdistanê ji bilî qurbanîdane zêde û dîrokeke dûr û dirêj ji xebatê bi hemû şiyanên xwe ve hewl da ku aramî û pêkvejiyan û demokrasî û federalîzma li Iraqê de biçespê û rijde jî li ser daxwaz û mafên xwe.
Barzanî tekez kir jî ku “tu cûreyên guvaşa siyasî û aborî û leşkerî û û ewelkarî nikarê wiha bike ku gelê Kurdistanê destberdarê maf û hêviyên xwe bê.”