Balyozekî Amerîkayê: Nabe Washington dîsa Kurdan bi tenê bihêle
Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê dibêje ku, divê welatê wî alîkariyên darayî û leşkerî bişîne ji Herêma Kurdistanê re, tekez dike jî ku “Nabe Amerîka Kurdan bi tenê bihêle.”
K24 – Amerîka
Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê dibêje ku, divê welatê wî alîkariyên darayî û leşkerî bişîne ji Herêma Kurdistanê re, tekez dike jî ku “Nabe Amerîka Kurdan bi tenê bihêle.”
Balyozê berê yê Amerîkayê li Iraqê James Jefrrey ”taybet ji K24ê re ragihand ku, yek ji xalên girîng ên ku divê Amerîka bike, ew e ku alîkariyên darayî bişîne Herîma Kurdistanê. Herwiha şandina çek jî, neku tenê Herêma Kurdistanê hevpeymanekî girîng e bo Amerîkayê di şerê DAIŞê de, belkû divê li Rojhilata Navîn hevkariyek baş ji Herêma Kurdistanê re were kirin.
Jefrrey got jî, Amerîka di sala 2011an Kurd bi tenê hêşt, nabe careke din wê şaşbûnê dubare bike.