Netewe yên Hevgirtî: Daxwaz dike ziman ê Kurdî li Îranê bibe ziman ê fermî.

Komîte ya Maf ên Zaroyan ser bi Netewe yên Hevgirtî, raportek a xwe belav kirîye li ser pirs a zaroyan li Îranê û giringîyek a taybet bi pirs a yên Rojhilat a Kurdistanê daye.

K24: Hewlêr:

Komîte ya Maf ên Zaroyan ser bi Netewe yên Hevgirtî, raportek a xwe belav kirîye li ser pirs a zaroyan li Îranê û giringîyek a taybet bi pirs a yên Rojhilat a Kurdistanê daye.

Di wê raportê de pirs a maf ê xwîndinê bi ziman ê daykê û pirs a mînan li Kurdistanê bo car a yekê, xistine di nav raport û raspartin ên Komîte yan Maf ên Zaroyan ser bi  Netewe yên Hevgiertî. Ev jî li ser daxwaz a Komele ye Maf ên mirov ê Rojhilat a Kurdistanê - Cinêv hatîye encamdan.

Di pişkek a din a raportê de, Netewe yên Hevgirirtî  daxwaz ji Îranê kirîye ku rê bide zman ên Kurdî, Azerî û Erebî li Îranê wek zimanê fermî di navend ên Xîndinê bihên nasîn û bi lez û bi alîkarî ya navend ên nêvdewletî dever ên Kurdistanê û Xozistanê ji mîanan bihên pakijkirin.