“Pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê gotûbêj dikin”
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybet yê Sekreterê NY li Iraqê, di hevdîtenekê de, rewşa di navbera Bexda û Hewlêrê de gotûbêj kirin.
K24 – Hewlêr
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê pêşwaziya Nûnerê Taybet yê Sekreterê NY li Iraqê, di hevdîtenekê de, rewşa di navbera Bexda û Hewlêrê de gotûbêj kirin.
Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di hevdîtinekê de ligel Nûnerê Taybet yê Sekreterê Giştî yê NY li Iraqê Yan Kubish pêwendiyên di navbera Bexda û Hewlêrê de û dawî serdana şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê bo Bexdayê gotûbêj kirin.
Kubish armanca serdana xwe ji serdana Hewlêrê eşkere kir, ku ew dixwaze ji nêzîk de rewşa Herêma Kurdistanê nas bike.
Ji aliyê xwe ve, Barzanî amaje bi êrîşa DAIŞê ji Herêma Kurdistanê û hatina hejmareke zor ji penaberên ku ji ber terora DAIŞê berve Herêma Kurdistanê kir, herwiha bandora wê li ser krîza darayî ya Herêma Kurdistanê.
Barzanî hêvî kir, ku civaka navdewletî di warê leşkerî û çareserkirin û derbaskirina krîza darayî hevkariya hikûmeta Herêma Kurdistanê bike.
Kubish duh, serdana Herêma Kurdistanê kir, yekem hevdîtinên xwe ligel Serokê Herêma Kurdistanê kir, piştre jî ligel Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya.