Li Şirnexê polîs û leşkerek hatin kuştin
Li Şirnexê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û Yekîneyên Parastina Sivîl de şer derket, di encamê de polîsek û leşkerek canên xwe ji dest dan, 3 leşker û polîsekî jî birîndar bûn.
K24 – Navenda Nûçeyan
Li Şirnexê di navbera hêzên ewlekariya Tirkiyê û Yekîneyên Parastina Sivîl de şer derket, di encamê de polîsek û leşkerek canên xwe ji dest dan, 3 leşker û polîsekî jî birîndar bûn.
Li navçeya Hezexa Şirnexê, Hêzên Parastina Gel (HPG) êrîş birin ser qereqola ku nêzîkî sînorê rojavayê Kurdistanê ye û di encamê de leşkerk hate kuştin û efserekî pilebilind jî di nav de 3 leşker birîndar bûn.
Li aliyekî din, endamên Yekîneyên Parastina Sivîl (YPS), li navenda Şirnexê bi roketan êrîş li otombêlekê zirxpoş kirin, polîsek canê xwe ji dest da polîsek jî birîndar bû.
herwiah polîsek ku di pevçûnîn Diyarbekirê de birîndar bûbû li Enqerê di nexweşxaneyê de canê xwe ji dest da.