Hevalbendiya PYD û Emerîkayê tê nîqaş kirin
HDPê diyar kir ku ji bilî Tirkiyê, hemû dinya rola Kurdan girîng dibîne. MHPê jî îdia kir ku piştî Sûriyê, Emerîka dê têkildarî Tirkiyê jî bibe.
K24 – Enqere
Daxuyaniyên Emerîka ên wek ew PYD wekî hevalbendê xwe dibînin, li Parlamentoya Tirkiyê hat niqaşkirin. HDPê diyar kir ku ji bilî Tirkiyê, hemû dinya rola Kurdan girîng dibîne. MHPê jî îdia kir ku piştî Sûriyê, Emerîka dê têkildarî Tirkiyê jî bibe.
Berdevkê Wezareta Derve ya Emerîkayê John Kirby bi daxuyaniyekê ragihand ku ew PYDê wekî rexistineke terorê nabînin û herwiha bi wan re hevkariyê dike û vena jî li Parlamentoya Tirkiyê deng veda.
HDPê bal kişand ser hevkariya hêzên herî xurt yên cîhanê ya bi Kurdan re û got ku ji ber korbûna Davutoglu ya stratejik hevkariya dîrokî ji dest çûye:
Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattin Demirtaş wiha axifî: “Hemû cîhan Kurdan li Sûriyê wekî aktorekî mezin dibîne lê belê hê hûn dibêjin rêxistina terorê. Kurdên Sûriyê wekî dijmin tên dîtin. Başûrê Kurdistanê wekî hedef tê nîşankirin. Davutoglu Kurdan wekî dijmin radigihîne û bi vê yekê dixwaze vê hevkariya stratejîk û hêzê têk bibe.”
Herwiha hat destnîşankirin ku Emerîkaya ku PYDê wekî hevalbend dibîne û AKP bi hev re tevdigere û PKK jî ji wan dewletên ku hikûmet wan wekî dost û hevalbend dibînin, çekan distîne ku li dijî Tirkiyê çalakiyan pêk bînin.
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçeli jî li heman mijarê got: “Li sînorê me, di çarçoveya projeyên qirêj, bi çekan dinyayeke nû tê avakirin. Armanc ew e ku piştî Sûriyê têkildarî Tirkiyê bibin.”
Erdogan li ser têkiliyên Emerîka yên bi PYDê re, ji bo Emerîkayê gotibû “gelo ez im hevalbendê we an terorîstên li Kobanî.” Ev daxuyaniyên Erdogan ji John Kirby hatibûn pirsîn. Kirby li ser vê yekê gotibû “em fişara li ser Tirkiyê fam dikin.“

