Wirmê: daxwaz ji berbijaran dike behsê pirsgirêk ên neteweyî nekin.

Qaymeqam ê Wirmê daxwaz ji berbijar ên hilibijartin ên Îranê li wê parêzgayê dike ku di dem a bangeşe yên hilbijartinan de behsê pirsgirêk ên Neteweyî nekin.

K24: Wirmê:

Qaymeqam ê Wirmê daxwaz ji berbijar ên hilibijartin ên Îranê li wê parêzgayê dike ku di dem a bangeşe yên hilbijartinan de, behsê pirsgirêk ên Neteweyî nekin.

Di kombûn a berbijar ên hilbijartin ên perleman (civet a Şûra ya Komar a Îslamî ya Îranê) û Civat a Şareza yên Rêberî yên Îranê, li perêzgeh a Wirmê li gel  endam ên deste ya Rêvebirin û Çavdêrî ya piroseyê, Ebas Hesen Xanî Qaymeqam ê Wirmê , daxwaz ji berbijaran kir: xwe ji behs û axivtin ên neteweyî dûr bixin û got: Nabe çawanî ya bangeşe û axivtinan û hilwîstan bi awayek be ku bibe eger a çêbûn a arîşe yên neteweyî, olî û civakî.

Parêzgeh Wirmê yeke ji mezintirîn parêzgeh ên Rojhilat a Kurdistanê, ku piranî ya wê Kurdin û hijmarek a mezin ji Turk ên Azerî jî têde dijîn.