Firokeyên Tirkiyê 5 gundên Kurdistanê bombebaran dikin
Ziyan gehiştiye jîngeha navçeyê.
K24- Soran
Firokeyên şer ên Tirkiyê carek din sînorê Başûrê Kurdistanê binpê kirin, navçeya Biradostê jî dan ber bombeyan.
Rêveberê Bajarokê Sîdekan, Karwan Kerîm Xan ji K24ê re ragihand ku, îro beriya nîvroyê firokeyên şer ên Tikriyê careke din navçeya Biradost a ser bi Sîdekan ve bombebaran kirin.
Karwan Kerîmxan diyar kir jî ku, bombebaran li gundên Gelî Muxaz, Gerûy Kewerte, Xinêre, Şiyayê Bindêwane û Ermûşe bû.
Derbarê ziyanan de jî, Kerîmxan diyar kir ku, tu ziyanên mirovî ji encama bombebaranê neketine, lê ziyan gehiştiye jîngeha navçeyê.
Navborî eşkere kir jî ku, firokeyên Tirkiyê şeva din zozanên devera Biradostê armanc kiribûn.
Ev bû çend sal ku firokeyên Tirkiyê bi bihaneya hebûna baregehên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK), sînorê Başûrê Kurdistanê binpê dikin û navçeyên sînorî bombebaran dikin.