"Pêwîstiya Pêşmergeyan bi alîkariya darayî heye"
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê pêşwazî li balyozê Kanadayê kir.
K24- Hewlêr
Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê, Mesrûr Barzanî diyar kir ku, têçûna şerê DAIŞê barekî giran xistiye ser milê Herêma Kurdistanê.
Mesrûr Barzanî bang li civaka navdewletî kir ku, alîkariya darayî pêşkeşî Herêma Kurdistanê bik û wiha pêde çû: “Pêwîstiya serkeftina di şer de bo alîkarîkirina darayî ya Pêşmergeyan heye.”
Ev daxuyaniya Mesrûr Barzanî di dema pêşwazîkirina balyozê Kanadayê li Iraqê, Bronu Sakomani de hat.
Di hevdîtinê de behsa pêşhatên dawî yên şerê li dijî DAIŞê û krîza darayî ya li Herêma Kurdistanê hat kirin.
Di bermaber de, Bronu Sakomani tekez li ser berdewamiya Kanadayê di alîkarîkirina Herêma Kurdistanê de kir.