Mosko: Rêveberiya Xweser nûneratiya xwe vekir

Parlamantera HDPê ya Diyarbekirê jî di merasîmê de amade bû.

K24- Navenda Nûçeyan

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê, nûneratiya xwe li Rûsyayê vekir.

Mersîma vekirina nûneratiya Rêveberiya Xweser li Moskoyê, bi amadebûna nûnera rêveberiyê li Ewropayê, Sînem Mihemed û Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Diyarbekirê, Feleknas Uca û amadebûna berpirsên Rûsî birêve çû.

Piştî ku Sînem Mihemed û Feleknas Uca nûneratî vekirin, herduyan di gotinên xwe de tekez kirin ku, dê vekirina wê nûneratiyê, pêwendiyên Rûsya û Kurdan bihêztir bikin.

Herwiha Nûnerê Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojavayê Kurdistanê li Rûsyayê, Rodî Osman gotinek pêşkeş kir.

Osman vekirina nûneratiya Rêveberiya Xweser bi “pêngavek dîrokî” binav kir.

Ev yekemîn nûnertiya Rêveberiya Xweser e ku li derve tê vekirin.