Amedspor jI ber piştgiriya mafên zarokan hat cezakirin
Tîma Amedspor ji ber pankarta "Bila zarok nemirin, werin lîstikê" hat cezakirin. Rayedarên Amedsporê dan xuyakirin ku, eger pêwîst be ewê biryarê heta Dadgeha Mafên Mirovan bibin.

K24 – Navenda Nûçeyan
Tîma Amedspor ji ber pankarta "Bila zarok nemirin, werin lîstikê" hat cezakirin. Rayedarên Amedsporê dan xuyakirin ku, eger pêwîst be ewê biryarê heta Dadgeha Mafên Mirovan bibin.
Lîstikvanên tîma Amedsporê, beriya destpêkirina lîstika ligel tîma Fenerbahçeyê, tevî zarokan bi pankarta ku di ser de "Bila Zarok Nemirin, Werin Yariyê" nivîsandibû, derketin stadê û bi armanca şermezarkirina operasyonên li Bakurê Kurdistanê, 30 çirkê bê liv û tevgerê rawestiyan.
Federasyona Fûtbola Tirkiyê, da xuyakirin, tîma Amedsporê berê bo vedana pankartê destûr ji wan xwestiye lê destûr nehatiye dayîn û li gel vê dîsa pankart hatiye vekirin. Ji ber vê Amedspor, di Desteya Dîsîplîna Fûtbolê de wê bê cezakirin.
Serokê Duyemîn yê Amedsporê Nûrûlah Edemen got, ger pêwîstî hebe, ewê biryarê heta FÎFA û Dadgeha Mafê Mirovan bibin.
Edemen got jî ku, di çalakiya wan tiştekî dijî werzişvanî û mirovahiyê nîne û çi rast dibînin dê berdewam bikin.