"Elmanya dê li ser alîkarîkirina Pêşmergeyan berdewam be"

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîra Berevaniyê ya Elmanyayê Ursula von der Leyen, derbarê rewşa Pêşmerge û azadkirina Mûsilê de civiyan.

K24 – Munchen

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîra Berevaniyê ya Elmanyayê Ursula von der Leyen, derbarê rewşa Pêşmerge û azadkirina Mûsilê de civiyan.

Îro (14.02.2016), di çarçoveya 52emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Wezîra Berevaniyê ya Elmanyayê Ursula von der Leyen civiyan. Di civînê de Barzanî û Leyen rewşa ewlekariya navçeyê û azadkirina Mûsilê gotûbêj kirin.

Di civînê de Wezîra Berevaniyê ya Elmanyayê ji Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî re got ku ew dê di ware leşkerî de berdewam bin li ser hevkarîkirin û perwerdekirina Hêzên Pêşmerge yên Kurdistanê.

Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî û Seroka Kirwatya Kolinda Grabar-Kitarovîç li Elmanyayê civiyan û pêşhatên dawî yên li Rojhilata Navîn gotûbêj kirin.

Di çarçoveya 52emîn Konferansa Ewlekariyê ya Munchenê di du rojên borî de, Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, ligel hejmarek serok û serkirdeyên welatên cîhanê civiya û di wan civînan de behsa rola Hêzên Pêşmerge û hevkarîkirina Herêma Kurdistanê hat kirin.

Di kongreya îsal a Munchenê de, 30 serokên welatan û 130 serkirdeyên diyar û bi bandor ên cîhanê beşdar in û rûbirûbûna rêxistina DAIŞê, yek ji mijarên serekî yên konferansê ye.