Hikumeta Herêmê li dijî axivtinên berpirsên PKK hate deng.
Hikumeta Herêma Kurdistanê li dijî axivtinên berpirsên Partîya Karkerên Kurdisanê (PKK) hate deng ku gefên rêgirtinê kiribûn ji hinartina gaza suriştîya Herêmê bo Turkîyayê.
K24- Hewlêr:
Hikumeta Herêma Kurdistanê li dijî axivtinên berpirsên Partîya Karkerên Kurdisanê (PKK) hate deng ku gefên rêgirtinê kiribûn ji hinartina gaza suriştîya Herêmê bo Turkîyayê.
Di evê bwarê de Civata Wezîrên Herêma Kurdistanê, ragehandinek belav kirîye û têde hatîye: Em bi tundî îdaneya wan axivtinên berpirisên PKKyê dikin ku gefên rêgirtinê ji veguhztina gaza suriştîya Herêma Kurdistanê dikin bo derve bi rêya Turkiyayê.
Hikumeta Herêmê evan gefan bi ( dijî berjewendîyên xelkê Kurdistanê) wesif dike.
Herweha di ragehandinê de hatîye: Her karek bo rêgirtinê ji wan hewlên hikumeta Kurdisatnê, diçe xaneya dijminatîya rasterasta xelkê Herêma Kurdistanê).
Di dawî ewê ragehandinê de, hikumeta Herêmê wek destpêka wê tekez dike, ku ew hilwîsta PKKyê îdane dike û têde hatîye: Careka din em evê hilwîsta PKKyê bi tundî îdane dikin.