Fransa hêza xwe li Rojhilata Navîn zêde dike
Serokerakaniya Fransayê dê hejmara firokeyên xwe yên şer li Urdin û Îmarata Erebî zêde dike.
K24 – Navenda Nûçeyan
Serokerakaniya Fransayê dê hejmara firokeyên xwe yên şer li Urdin û Îmarata Erebî zêde dike.
Berdevkê Serokerkaniya Fransayê, Gilles Jaron îro ragihand ku, Parîs dê hejmara firokeyên xwe li Urdin û Îmarta Erebî zêde bike. Di beramber de jî dê hilgira firokeyan “Charles de Gaulle” ji Kendava Erebî vekişîne.
Jaron eşkere kir jî, ku 2 firoke ji curê Mirac 2000 ji Neycirê gihêştin Urdinê.
Fransa di çarçoveya Heveymaniya Navewletî ya li dijî DAIŞê de, ji Îlona 2014an de, beşdarî şerê esmanî li Iraqê dike, ji Îlona 2015an de jî opersyonên esmanî li dijî DAIŞê li Sûriyê dike.
Jaron amaje kir, ev gav tê, bi mebesta bihêzkirina tevgera Fransayê li herêmê, ji ber ku hilgira firokeyan “Charles de Gaulle” dê di demek pêş de ji Kendava Erebî were vekişandin.
Tê zanîn ku berê, 8 firokeyên Fransî yên ji cura Mirac li Urdinê ne, 6 jî ji cura Rafal li Îmarata Erebî ne.