Teqîna Enqerê dê bandoreke çawa li Tirkiyê bike?
Enqere şevê din dîsan bi teqînekê hejiya. Di encam de 28 kesan canê xwe ji dest da û 61 kes jî birîndar bûn. Teqîna ku di cihê Enqerê yê herî girîng de çêbû, deng veda.

K24 - Enqere
Enqere şevê din dîsan bi teqînekê hejiya. Di encam de 28 kesan canê xwe ji dest da û 61 kes jî birîndar bûn. Teqîna ku di cihê Enqerê yê herî girîng de çêbû, deng veda. Gelo teqîn tê çi wateyê û dê bandoreke çawa li polîtîkayên Tirkiyê bike?
17 Sibatê teqînek bihêz li Enqerê hat bihîstin. Teqîn li ser rêya di navbera Parlamentoya Tirkiyê, Wezareta Navxwe û Sererkaniya Giştî ya Tirkiyê de pêk hat. Ev cihê ku bi awayekî xurt tê parastin bû hedefa êrîşê. Ligor hindek şirovekaran ev teqîn bi planek navneteweyî hatiye saz kirin û herwiha sedem jî helwesta Tirkiyê ya li Sûriyê bû.
Di vê derbarê de Lêkolîner Mehmet Ali Kulat ji Kurdistan24ê re nerînên xwe wiha anîn ziman: “Diyar e ku komployeke mezin li ser Tirkiyê tê plankirin. Wiha diyar e ku projeyek navneteweyî ye. Ango dibêjin Tirkiyê; gotina me bike, naxwe kengê em bixwazin em dikarin paytexta te, dilê te têk bibin. Tirkiye dewletek mezin e piştî vê bûyerê gavekê paşve navêje.”
Geşedanên dawîn yên di nav siyaseta Tirkiyê ya navxweyî de û reaksîyonên li ser teqînê rê li ber îdiayên giring vekirin. Di teqînê de hebûna haya dewletê jî yek ji van îdiayan e. Akademisyen Sezin Oney nêzîkdayîneke balkêş nîşan dide û îdia dike ku ji derveyî Erdogan planek tê sazkirin û bi vê yekê jî tê xwestin bandora wî bê lawaz kirin.
Akademîsyen û Siyasetzan Sezin Oney jî wiha axifî: “Di demen dawî de Ataturkperest û hikûmet nêzîkî hev bûn. Ji bo çi? Listikek tarî tê lîstin, îdiaya ku berpirs YPG ye jî ji Ataturkperestan derket. Ez bawer im haya Erdogan jî ji van tiştan nîn e. Di axaftinan de jî kifş bû ku Erdogan şaşmayî bû, lê Davutoglu gelekî amade û li ser xwe bû. Ez bawer im tê xwestin ku Erdogan ji holê were rakirin.”
Agahiyên ku derbarê xwekuj de hatin aşkere kirin jî bûn cihê tevliheviyê. Ji ber li gor hindek çavkaniyan, xwekuj ji Diyarbekîrê rê ket, hin jî diyar dikin ku xwekuj ji Îzmîrê bi rê ketiye. Ji hêla din ve li gor çavkaniyên ewlehiyê 3 roj beriya teqînê xwekuj li cihê teqînê derketiye çavderiyê. Li Tirkiyê bi taybet digel zêdebûna teqînên bi wî awayî kêmasiyên ewlehiyê bi zimanekî tûnd tên rexne kirin.