Independent: Rêyên rizgarbûnê li pêş jinên Kurd ên Êzdî nemane
Rojnameya “Independent” ya Brîtanî di raporekê de diyar dike ku, DAIŞê bi hezaran jinên Kurd ên Êzdî revandine, bi tundî çavdêriya wan jinan dikin ji bo nikaribin birevin.
K24 – Navenda Nûçeyan
Rojnameya “Independent” ya Brîtanî di raporekê de diyar dike ku, DAIŞê bi hezaran jinên Kurd ên Êzdî revandine, bi tundî çavdêriya wan jinan dikin ji bo nikaribin birevin.
Di raporê de hatiye jî ku, tevî bi sedan jinên Kurd ên Êzdî ji destê DAIŞê hatine rizgarkirin, lê DAIŞê yasayên tund li ser wan deynane bo nikaribin xwe rizgar bikin.
Li gor wê raporê, hê dora 3 hezar û 500 jin û zarokên Kurd ên Êzdî di destê DAIŞê de ne.
Rojnameya Independentê amaje bi çêroka jineke Êzdî bi navê Leyle (Nav ne durist e) ku ji destê DAIŞê hatiye rizgarkirin, dike. Xwediyê wê jinê 25 hezar dolar dabûn qaçaxçiyan Siûdî ji çekdarekên DAIŞê heta ew rizgar kiriye.
Leyla (25 salî) dibêje, destpêkê DAIŞê ew ji û zarokên din li zîndanên Mûsilê girtibûn, piştre bo Reqaya Sûriyê hatin veguhastin, piştre jî li bajarê Dêrezorê hatine firotan.
Leyle got jî: “Em 40 keç û jin bûn, li bazara firotna jinan, em li gor temenên me dihatin bazarkirin, di nav me de keçên 8 û 9 salî jî hebûn.”
Li gor wê rojnameyê niha Leyla li kampeke Herêma Kurdistanê dijî. Rojname amaje bi wê yekê dike, ku krîza darayî ya Herêma Kurdistanê heye, ev yek jî dibe sedema kêmbûna hewldanên rizgarkirina jinên Kurd ên Êzdî ji destê DAIŞê.