Gûman heye ku madeyeke atomî ketibe destê DAIŞê
Amerîka radigehîne ku, madeyeke tîşkdar ji avahiyeke taybet li Besraya Iraqê winda bûye. Gûman heye ku gihêştibe destê DAIŞê.
K24 – Navenda Nûçeyan
Amerîka radigehîne ku, madeyeke tîşkdar ji avahiyeke taybet li Besraya Iraqê winda bûye. Gûman heye ku gihêştibe destê DAIŞê.
Wezarta Derve ya Amerîkayê ragehand ku, 10 giram ji madeya (Iridium) ya tîşkdar ji avahiyeke taybet li Besraya Iraqê ji Mijdara sala borî de, winda bûye. Gûman heye ku gihêştibe destê DAIŞê.
Ajansa Navdewletî ya Anerjiya Atomî, madeya (Iridium) wek madeyek tîşkdar ji pileya duyemîn pênase dike, ku heger mirovek çend kêlîkan ji wê madeyê nêzîk bibe, dê bemire.
Ji aliyekî din ve, berpirsekî ewlekariyê ya Iraqê metirsiya xwe derbarê dizîna wê madeyê û ketine di destê DAIŞê de derbirî.
Madeya (Iridium) madeyeke tîşkdar ji bo Bombeya Atomî bikar tê, metirsiya wê li ser jiyana mirovan gelek e.