Artêşa Tirkiyê ciwanekî Rojavayê Kurdistanê gulebaran dikin
Leşkerên Tirkiyê ciwanekî Kurd ji Girkê Lekê ya Rojavayê Kurdistanê gulebaran kirin.
K24 – Qamişlo
Leşkerên Tirkiyê ciwanekî Kurd ji Girkê Lekê ya Rojavayê Kurdistanê gulebaran kirin.
Li gor peyamnêrê K24ê li Qamişlo, leşkerên Tirkiyê ciwanekî Kurd bi navê Îbrahîm Ebdula Ebdulrehman li gungê Batirzanê ya ser bi Girkê lekê ve, li nêzîkî sînor gulebaran kirin.
Her li gor peyamnêrê me, Îbarhîm bo nexweşxaneya Qamişlo hat veguhastin, lê ji ber giraniya birînên wî, metirsî li ser jiyana heye.
Ev demek e, leşkerên Tirkiyê li ser sînor li aliyê devera Aliyan tevgera wan heye. çend car in jî sînorê Rojavayê Kurdistanê derbas dikin. Li gor xelkê wê deverê ku, leşkerên Tirkiyê bi berdewamî astengiyan ji wan re çê dikin.