Artêşa Tirkiyê bi kolandina xendekan berdewam e
Artêşa Tirkiyê mewzîyan di sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de li hemberî bajarê Kobanê dikole û çekên giran bicih dike.
Artêşa Tirkiyê mewzîyan di sînorê navbera Rojava û Bakurê Kurdistanê de li hemberî bajarê Kobanê dikole û çekên giran bicih dike.
li gorî xelkên li devera sînorî, ku Artêşa Tirkiyê her şevê, bi kolandinê berdewam in, lê bi ro bê liv û tevger e.
Hikûmeta Tirkiyê bi van xendeqan rê li ber derbasbûna xelkên Rojavayê Kurdistanê digre û deverê dorpêç dike, loma metirsiyên welatiyan hene ku rêxistinên îslamî êrîşî bajarê Kobanê bikin.
Ji aliyê xwe ve, Desteya Berevaniyê ya Kantona Kobanê tekez dike ku, dewleta Tirkiyê, van kiryaran bi sedema nerazîbûnê ji serkeftin û pêşveçûna şervanên YPGê li xaka Rojavayê Kurdistanê dike.
Piştî rizgarkirina Girê Spî, hikûmeta Tirkiyê bi awayekî rojane deverên sînorî Ii nêzîkî bajarê Kobanê gulebaran dike, herwiha bi pêşveçûnên HSD û YPGê û têkçûna DAIŞê re, artêşa Tirkiyê asta gefên xwe bilindtir dike.