Reformxwazên Kurd piştgiriya hîç berbijêrekî nakin
Di yekem roja destpêkirina propagandeya hilbijartina Civata Şûraya Komara Îslamî û Civata Pisporên Rêberî ya Îranê de, Civata Hevahengî ya Reformxwazên bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi beyannameyekê ragihand ku piştgiriya hîç berbijarekî nake.
K24 – Hewlêr
Di yekem roja destpêkirina propagandeya hilbijartina Civata Şûraya Komara Îslamî û Civata Pisporên Rêberî ya Îranê de, Civata Hevahengî ya Reformxwazên bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê bi beyannameyekê ragihand ku piştgiriya hîç berbijarekî nake.
Desteya Bilind a Civata Hevahengî ya Reformxwazên Kurd a Sine derbarê hilbijartinê Îranê de beyannameyek belav kir û da zanîn ku eger biryareke nû bidin dê welatiyên parêzgehê agahdar bikin.
Di beyannameyê de wiha tê gotin: "Ligel ku em rêzê li berbijêran digirin, heta niha me biryar nedaye ka piştgiriya kîjan berbijêrî bikin û eger di vê derbarê de em biryareke nû bidin, bêguman em dê xelkê parêzgehê agahdar bikin."
Civata Hevahengî ya Reformxwazên Kurd, sedema piştgirînekirinê jî wiha rave dike: "Ji ber rê li ber berbijêrên reformxwaz ên naskirî û nerm hatiye girtin û ji aliyê Şûraya Nîgehban ve hatin redkirin, me jî biryar da ku piştgiriya hîç berbijarekî din nekin."
Li gor beyannameyê, her helwêstek ji aliyê wan partiyên ku endamê Civata Hevahengî ya Reformxwazên Kurd in, were pêşan dan, evna tenê helwêsta wan partî û aliyan e û ti peywendiya wê bi civatê ve nîne.
Civata navbirî da zanîn ku armanca wan ew e piraniya xelkê beşdarî hilbijartina Civata Şûraya Komara Îslamî û Civata Pisporên Rêberî ya Îranê bibin, lê astengî ji wan re hatiye çêkirin û rê nedane wan.
Dî hilbijartina Civata Şûraya Komara Îslamî û Civata Pisporên Rêberî ya Îranê de ku biryar e di çend rojên dahatû de birêve biçe, Eniya Yekgirtî ya Kurd wek take rêxistina siyasî ya Kurd li Rojhilatê Kurdistanê, li hemû bajarên Rojhilatê Kurdistanê û Tehrana paytext jî berbirên xwe diyar kirine, lê belê piştî hemû birbijêrên wê ji aliyê Civata Şûraya Nîgheban ve hatin redkirin, biryar da ku beşdarî hilbijartinan nebe.